Li navça Geverê gur ketin nav tesîsa madenê û ketin ber kamerayan

07 February 2025 00:10 0 dîtin
Li navça Geverê gur ketin nav tesîsa madenê û ketin ber kamerayan

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li ser rêya Esendere ku diçe deriyê sînorê Îranê yê bi navê Sêro, 2 heb gur ketin nav tesîsê û kameraya ewlehiyê wan kişand.

Li gor agahiyan; seet li dora 21.30an de her 2 gur li ser rêya Esendere ketin nav tesîsa bi navê Cekay madencilik flotasyonê.

Bi sedema barîna berfê ku gor nikarin ji xwe re xwurekê peyda bikin, ketin nav tesîsa madenê û ji xwe re li xwarinê digerin. Xebatkarên tesîsê ditirsin ku gur zerarê bidin hinekan.