Li navça Sêwerekê keriyên berazan daketin nav bajêr

11 November 2024 23:57 0 dîtin
Li navça Sêwerekê keriyên berazan daketin nav bajêr

PeyamaKurd - Li navça Sêwerekê ya bi ser bajarê Rihayê, keriyên berazan (wahş) bi kudikên xwe ve daketin navenda bajêr. Li hemberê vê rewşê hemwelatî şaş man.

Keriyên berazan li taxa Firatê li dora komexaniyan hatin dîtin. Lê beraz bi aramî tevgeriyan û dema ji aliyekî rê derbasî aliyê dinê dibûn, kesên erebên xwe dajon, radiwestin û rê didin derbasbûna berazan.

Kesên bi telefona dîmenan qeyd kirin, paşî dîmenan xistin ser medya civakî.