Li navça sêwerekê elektrîkê xortê bi navê Kafur Çetinkaplan kust
PeyamaKurd – Li navça Sêwerekê ya bi ser bajarê Rihayê, li taxa Esmerçayı, kesê bi navê Kafur Çetinkaplan (33) derket ser dîreka elektrîkê lê elektrîkê pê girt û ji bilindahiya 3 metreyan avête jêr. Çetinkaplan giran birîndar bû.
Kesên bûyerê dîtin, xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Dema bi ambûlansê wî birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê, li nexweşxanê can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin