Xortê li navça Bismilê wenda bû, cesedê wî li Batmanê hat dîtin
PeyamaKurd – Li navça Bismilê ya Diyarbekirê xortê bi navê Mehmet Yüksel (24) hefteyekiye wendaye lê cesedê wî li Batmanê hat dîtin. Mehmet Yüksel, di 1ê Adarê de ji mala xwe ya li gundê Haciya Kurmanca (Kazancı) mezra Aydınlarê dertê da li Batmanê bi hevalekî xwe re hev bibîne lê car din kes xeberê jê nastîne.
Li ser bûyerê, malbata Mehmet Yüksel xeberê dide fermandariya cendirmeyan ya navça Bismilê û fermanbarî dest bi lêgerîna wî dike.
Piştî lêgerîna cendrimeyan, cesedê Yüksel li gundê Meymûniyê (Demirbilek) li nav araziyê vala dibînin. Bi gulan lê xistine û kes nizane çend kes û çend gule lê xistine.
Cenazê Mehmet Yüksel dibin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê ji bo otopsiyê. Piştî otopsiyê wê cenazê wî li Diyarbekirê defin bikin.
Li ser bûyerê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin