Li navça Hezzo cesedê sivanê wendayî di çuha avê de dîtin

15 June 2024 18:13 0 dîtin
Li navça Hezzo cesedê sivanê wendayî di çuha avê de dîtin

PeyamaKurd – Gundiyên gundê Kanîkê di 8ê Hezîranê de cilên şivanê bi navê Majid H.(19) ku xelkê Sûriye ye, li ber kanala avê dîtibûn, xeberê dabûn dewletê ku cilên wî dîtine lê ew bi xwe wendaye.

Li ser bûyerê, tîmên tenduristiyê yên 112an, AFAD, UMKE, Îtfaiya Batmanê û tîmên cendirmeyan yên JAKê di kanala avê de ji ciyê bûyerê 10 km dûr cesedê şivan dîtin.

Cenaze ji bo otopsiyê şandin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.