Xortê di bendava Kebanê de wenda bû, cesedê wî hat dîtin

21 August 2024 20:33 0 dîtin
Xortê di bendava Kebanê de wenda bû, cesedê wî hat dîtin

PeyamaKurd – Xortê bi navê Yusuf Dilek (16) ji bo xwe hînik bike bi bavê xwe re li texma Karakoçanê ketibû ava bevdava Kebanê û tê de wenda bû bû. Bûyer piştî nîvro çêbû. Bav Ali Dilek û kurê wî Yusuf Dilek ki bo xwe hînik bikin ketin ava bendavê.

Piştî demekî Yusuf Dilek ket ber pêlên avê. Bav her çendîn xwest kurê xwe rizgar bike jî biser neket. Tîmên cendirman û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û bi alîkariya kesên dikarin noqavê bikin yên dezgeyekî masiyan, di avê de li Yusuf Dilek geriyan.

Piştî demekî xwe gihandin cesedê Dilek û ji bo otopsiyê cenzae birin morga Zankoya Firatê.