Li navça Geverê gurekî daket navenda navçê

14 January 2025 22:54 0 dîtin
Li navça Geverê gurekî daket navenda navçê

PeyamaKurd – Li navça Geverê (Yüksekova) ya bi ser bajarê Hakkariyê, gurekî ji ber birçî bû û li xwarinê digeriya, daket kolanên navça Geverê. Hemwelatî bi telefona destî wêneyê gurî kişand û belav kir.

Ji ber berfa Beverê zêdeye û gur li serê çiya birçî nikarin jiyana xwe dewam bikin, carna dadikevin kolanên bajêr û ji xwe re li xwarinê digerin.

Ne tenê gur lê carna ajalên din yên li çiya birçî dimînin, dadikevin kolanên bajêr an nav gundan da ji xwe re xwurekê peyda bikin.