Li Geverê li nêzî navenda polîsan teqîn çêbûn

04 October 2022 10:59 0 dîtin
Li Geverê li nêzî navenda polîsan teqîn çêbûn

PeyamaKurd – Li Geverê di saet 22.00 û 01.00an de, li nêzî navenda polîsan a 75 Yilê ya li taxa Kişlayê teqîn çêbûn.

Li gor zanyariyan, beriya teqînê dema ku wesayîta zirxî ya ku polîsên tevgera taybet tê de hebûn ji taxa Kişlayê diçû taxa Ormanê, gule li wesayîtê hat reşandin.

Herwiha hat ragihandin, tax û herêma ku navend l lê heye ji aliyê sedan polîsan dora wê hat girtin û gelek ambûlans ber bi herêmê ve hat şandin.

Hat eşkerekirin ku polîsan girtin ser malên li herêma teqînê û gelek kes desteser kirin.