Li navenda Besrayê, li sirketeke peymankariyê teqînek çêbû

31 October 2025 15:42 0 dîtin
Li navenda Besrayê, li sirketeke peymankariyê teqînek çêbû

PeyamaKurd – Îro, Înê, çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku teqîneke bihêz li navenda parêzgeha Besrayê, li Iraqê rû da.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê dane Ajansa Nûçeyan a Şefaqê, bombeyeke destçêkirî li nêzîkî şirketeke peymankariyê li taxa El-Muhendisînê teqiya. Hat diyarkirin ku di encama teqînê de tenê ziyanên madî çêbûne û tu ziyanên canî nehatine ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku şirketa ku bûye armanc, di warê karên elektrîkê û amûrên pîşesazî de li kargehên petrolê yên herêmê peymanan pêk tîne.

Derbarê bûyerê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.