Li navenda Efrînê teqîneke bihêz çêbû

26 May 2021 19:43 0 dîtin
Li navenda Efrînê teqîneke bihêz çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 26ê Gulanê danê êvarê, li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê yê dagirkirî, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyên destpêkî, herî kêm 3 kes di encama teqînê de birîndar bûn.

Hat zanîn ku teqîn li ser rêya navçeya Raco ya Efrînê rû daye ku xanî û kargehên derdorê jî ziyan dîtine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema ku Efrîn ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin heta niha gelek caran teqînên bi vî awayî çêdibin ku Tirkiye bi teqînan YPGê tohmetbar dike.