Li Efrînê teqîneke bihêz çêbû: Dengê çekan bilind bû!
PeyamaKurd – Îro penceşemê (11.07.2019) li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi otombêleke bombebarkirî teqîneke bihêz çêbû û dengên çekan bilind bû.
Li gorî zanyariyên PeyamaKurd ji çavkaniyên herêmî yên Efrînê wergirtine, îro danê sibehê li derdora saet 10.00an li herêma di navbera Efrînê û gundê Tirinde teqînekê bihêz çêbû.
Ji aliyê din ve çavkanî diyar dikin ku piştî teqînê li herêmê dengê çekan jî bilind bûye.
Hat diyarkirin ku tîmên hawarçûnê bo herêmê hatine sewqkirin. Hejmara kuştî û birîndaran nehat zelakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin