Li Azerbaycanê teqîneke bihêz çêbû: 1 mirî, 24 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din li navenda Bakuyê di klubeke şevê de teqîneke bihêz çêbû û di encamê de kesek mir û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Wezareta Rewşên Awarte ya Azerbaycanê teqîn li klubeke li kuçeya Terlan Aliyarbeyov a Bakuyê rû daye û piştî teqînê şewat derketiye.
Berdevkê Wezaretê Ehsan Zahidov, daye xuyakirin ku li girî zanyariyên wan sedema teqînê gaza siruştî ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Azerbaycanê jî ragihandiye ku di encama teqînê de kesek miriye û 24 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin