Li Stenbolê, teqîneke mezin çêbû: Mirî hene!

09 October 2022 23:30 0 dîtin
Li Stenbolê, teqîneke mezin çêbû: Mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de bi awayê lezgîn hatin ragihandin, li navçeya Kadikoyê ya Stnbolê, teqîneke mezin çêbûye. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 3 kesan can dane.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji aliyê Parzgarê Stenbolê Elî Yerlikaya ve hatin ragihandin, teqîn li Fikirtepeya ser bi navçeya Kadîkoyê çêbûye. Yerlîkaya da zanîn ku teqîn ji ber gaza xwezayî çêbûye û di encamê de jî 3 kesan canên xwe ji dest dane.

Ji bo cihê bûyerê, hejmareke zêde ya polîs, ambulans û wesayitên agirkujiyê ligel tîmên hawarçûnê hatine veguhestin û heta niha jî li deverê xebatên rizgarkirin û vemirandinê dewam dikin.