Li Stenbolê teqîneke mezin çêbû: Qedexeya wesanê hat danîn!
PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin belavkirin de hat ragihandin ku li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê, teqînek çêbûye û di encamê de mirî û birîndar hene. Her wiha hat ragihandin ku li ser bûyerê qedexeya weşanê heye.
Teqîna ku îro di saetên vê êvarê de çêbû de daxuyaniya fermî ji aliyê Parêzgarê Stenbolê Elî Yerlîkaya ve hat dayîn. Yerlîkaya, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku
“Îro saet di 16.20’an de li Kolana Taksîmê ya Îstîklalê, teqînek çêbû. Tîmên me yên polîs, tenduristî, agirkuj û AFADê ji bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Kuştî û birîndar hene. Li ser bûyerê dê agahî ji bo raya giştî bên ragihandin.”
Her wiha li gorî daneyên fermî yên hatin ragihandin, heta niha 6 kesan can daye û 53 kes jî birîndar bûne.
Hat eşkerekirin ku di derbarê bûyerê de jî ji aliyê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) ve qedexeya weşanê ya derbasdar hatiye danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin