Li bendera Kocaelî ya Tirkiyê teqîneke mezin çêbû: Gelek birîndar hene

07 August 2023 17:22 0 dîtin
Li bendera Kocaelî ya Tirkiyê teqîneke mezin çêbû: Gelek birîndar hene

PeyamaKurd -  Li gorî ragihandina medya Tirkiyê, li bendera Derînce ya bajarê Kocaeli yê Tirkiyeyê, di sîloyekê de teqîneke mezin rû da.

Hate ragihandin ku teqîn îro li demjmêr 14:40ê piştî nîvro di siloyeke genim de, li nêzîkî bendera Derince rû daye û dûxan li bajêr bilind bûye.

Piştî şewatê hejmarek mezin tîmên berevaniya sivîl û vemirandina agir ji bo vemirandina agir gihîştine cihê bûyerê.

Parêzgarê Kocaeliyê Seddar Yavuz, ragihand, dibe ku sedema teqîna li Siloyên TMOyê ji siftbûna toza zad be û eşkere kir, heta niha hejmara birîndaran gihîştiye 10 kesan.