Rûsyayê bendera Odessa ya Ukrayna bombe kir: Sewateke mezin derket
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê, bi moşekan êrîşeke berfireh biriye ser bendera Odessa ya Ukraynayê û piştî êrîşê agirekî mezin derketiye.
Li gorî zanyariyan Rûsyayê bi moşkên balîstîk êrîşê bendera Odessayê kiriye û herî kêm 13 kes jî di encamê de birîndar bûne. Piştî êrîşê jî li cihê hatiye armanckirin agirekî mezin derketiye.
Di wêne û vîdeoyên hatin weşandin de, li cihê êrîşê şewateke mezin dixuyê ku tê gotin, embara şîrketa Nova Pushta ya serekî ya karûbarê postayê hatiye bombebarankirin.
Odessa gelek caran dibe armanca êrîşên Rûsyayê û bi moşekên hatine avêtin di nav du rojên dawî de 8 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin