Ukrayna: Kestiya duyemîn, ji Bendera Odessayê derket

28 August 2023 00:00 0 dîtin
Ukrayna: Kestiya duyemîn, ji Bendera Odessayê derket

PeyamaKurd- Cîgirê Serokwezîrê Ukraynayê Oleksandr Kubrakov ragihand ku keştiya ku li Bendera Odessayê ya Ukraynayê asê mabû, bi rê ket.

Alîkarê Serokwezîr Kubrakov ku di heman demê de Wezîrê Pêşketin û Binesaziyê yê Ukraynayê ye jî îro di ser medyaya civakî re ragihand ku keştiya barhilgir a bi ala Lîberyayê Primus bi korîdora demkî ya ku ji bo keştiyên sivîl hatiye çêkirin, dest bi rêwîtiya xwe kir û diyar kir ku cihê keştiyê Bendera Varnayê ya Bulgarîstanê ye.

Kubrakov da zanîn ku keştî ji 20ê Sibata 2022yan bi vir ve li benderê ye da ku hilberên pola bişîne welatên Afrîkayê.

Keştiya bi ala Hong Kongê Joseph Schulte ku ji 24ê Sibata 2022yan û bi vir ve dema ku Rusyayê li dijî Ukraynayê dest bi şer kiribû, li Bendera Odessayê asê mabû, di 18ê Tebaxê de ji Bosforê derbas bûbû.