Ji bendera Mariupol a Ukrayna yekem kestiya bazirganî ya Rûsyayê bi rê ket

31 May 2022 21:02 0 dîtin
Ji bendera Mariupol a Ukrayna yekem kestiya bazirganî ya Rûsyayê bi rê ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî artêşa Rûsyayê bajarê Mariupol ê Ukraynayê xistiye kontrola xwe, cara yekem keştiyeke kargoyê ber bi bajarê Rostov ê Rûsyayê ve şandiye.

Hat ragihandin ku di keştiya kargo ya rûsî de, 2 hezar 500 ton hesîn hebûye û bo bajarê Rostovê ketiye rê.

Rayedarekî benderên rûsî gotiye ku îro 31ê Gulanê keştiyeke 2 hezar û 500 ton hesin hatibû barkirin ji bendera Mariupolê ber bi Rostovê ketiye rê.

Aliyê Ukraynayê jî sewqîyata hesinê Ukraynayê wekî talankariya Rûsyayê nirxand.

Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê ragihandibû ku wan bendera Mariupolê ji nû ve ji keştiyên bazirganî re vekiriye.