Yekem kestiya zadê Ukraynayê ber bi Afrîkayê bi rê ket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yekem keştiya zad û genimê Ukraynayê ji benderê derketiye û ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketiye.
Piştî vekirina Navenda Kordînasyonê ya Zadê Ukraynayê li Stenbolê, hat ragihandin ku yekem keştiya barê zadê Ukraynayê di çarçoveya Peymana Veguhestina Zad a Stenbolê de bi rê ketiye.
Hat diyarkirin ku ji destpêka seferê heta bigihîje cihê xwe, wê bi rêya balafirên bêmirov ji peykê were şopandin.
Tê çaverêkirin yekem barê zad ji bo welatên Afrîkayê yên rûbirûyî birçîbûne re bê şandin.
Li gorî rayedarên NY ew keştiya zad di nav mehek û nîvê de wê bigihe welatê Somalî yê Afrîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin