Yekem balafira F-16 ya Ukraynayê hate xistin

30 August 2024 19:00 0 dîtin
Yekem balafira F-16 ya Ukraynayê hate xistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşeke asmanî ya Rûsyayê de, balafireke F-16 ya Artêşa Ukraynayê hatiye xistin ku demek berê di çarçoveya alîkariyên NATOyê de ji aliyê Danîmarka û Hollandayê ve ew balafir radestî Ukraynayê hatibûn kirin. Di daxuyaniya artêşa Ukraynayê de hatiye gotin, pîlot beriya balafira wî bê xwarê 3 moşekên rûsî û balafireke bê mirov xistine xwarê.

Yek ji balafirên F-16 ên ku di destpêka Tebaxê de ji aliyê hevalbendên NATO’ê ve dabû Ukraynayê, roja Duşemê di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de hate xistin.

Di êrîşa Rûsyayê de, ku yek ji mezintirîn êrîşên esmanî yên heta niha tê dîtin, herî kêm 11 kes mirin û ziyaneke mezin li binesaziya bajarên Ukraynayê rû daye.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku pîlotê balafira F-16 miriye. Sedema ketina balafira şer bi temamî nehatiye eşkerekirin. Li gorî artêşa Ukraynayê ketina balafirê ne bi êrîşeke rasterast a mşekî ya Rûsyayê bûye.

Hêza Asmanî ya Ukraynayê ragihandiye, “Pîlotê F-16 Oleksiy Ukraynî ji fuzeyên kujer ên Rûsyayê parast. Mixabin ev bû sedema jiyana wî.”

Heta niha soza 65 balafirên F-16 yên hevalbendên NATOyê dane Ukraynayê.

Li aliyê din Nûnerê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bang li welatên hevkar kir ku di êrîşên li dijî Rûsyayê de bikaranîna çekên ku ji Ukraynayê re tên şandin sînordar nekin.