Li Rojavayê Kurdistanê yekem pêsbaziya hespan hate lidarxistin
PeyamaKurd - Komeleya Hespên Resen a devera Cizîrê, Pêşbirga Hespan li gundê Gir Hok ê bajaroka Çilaxa li dar xist.
Di pêşbaziyê de hejmarek serokeşîrên Ereb û rûspiyên devera Cizîrê, Dêrazor û Reqayê, hêzên leşkerî, endamên saziyên sivîl, endamên komeleyê û xelkê herêmê beşdarî kir.

10 siwar bi 110 hespan ji bo hezar metre, hezar û 200 metre, hezar û 400 metre û hezar û 600 metreyî û li gorî temen û giraniya hespan, ketin pêşbaziyê.

Di dawiya pêşbaziyê de siwarê yekemîn bi milyonek lîre, yê duyemîn bi 700 hezar lîre û yê sêyemîn jî bi 500 hezar lîreyî hatin xelatkirin û amadekarên pêşbirkê jî hatin xelatkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin