PDKê salvegera damezrandina partiya yekem a Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê pîroz kir

14 June 2021 14:52 0 dîtin
PDKê salvegera damezrandina partiya yekem a Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê pîroz kir

PeyamaKurd -  Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ku yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî PDK-Sê kir.

Polîtburoya PDKê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî PDK-Sê kir û got: “Bi boneya 64 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Suriyê (14 Hezîran 1957), Partiya Demokrat a Kurditanê wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin. Em germtirîn pîrozbayiyên xwe li we, kadro, endam û alîgirên partiya we ya xebatkar û dêrîn dikin û hêvîdar in her dem hûn di pêşketin û serkeftinê de bin û di xebata xwe de berdewam bin ji bo bidestxistina tevahiya armancên rewa yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”

Polîtburoya PDKê diyar kir, “Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Kurdistana Sûriyê, berî 64 salan di rewşeke siyasî ya girîng a navdewletî, herêmî û nevxweyî ya Sûrî de hat damezirandin, bi armanca komkirina hewl û karînên gelê Kurd li Sûriyê û arastekirina wê ji bo bidestxistina tevahiya mafên siyasî û netewî ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”

Di berdewama peyamê de hat gotin: “Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye yek ji partiyên resen e ku di dirêjahiya xebata xwe ya siyasî û dîrokî de, her dem parêzvaneke dilsoz a mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûye û di westgehên cuda yên xebat û têkoşînê de, rola wê ya bi bandor û girîng hebûye û di wê riyê de jî gelek qurbanî dane û di wê de jî berdewam e. Bi armanca yekxistina rêzên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê jî gavên mezin û girîng avêtine, bi taybet di damezirandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ku ji bo dîroka xebata azadîxwaz û demokrasîxwaz li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hate destnîşankirin: “Partiya me, Partiya Demokrat a Kurdistanê weke hevpeymaneke berdewam a xebat û têkoşîna hevbeş, her tim xebatên we yên serkeftî bilind nirxandiye û dinirxîne. Her ji destpêkê şoreş û bizava rizgarîxwaz a gelê me bi rêbertiya Barzaniyê Nemir ku darêjerê bingeha bihêz û hevbeşiya wê hevxebatê bû ji bo karkirin û bihêzkirina bizava me ji bo gihîştina azadî, demokrasî û aştiyê.”