Yekgirtûya Îslamî 77emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

15 August 2023 20:05 0 dîtin
Yekgirtûya Îslamî 77emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

PeyamaKurd - Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi pêşkeşkirina peyameke pîrozbahiyê bo Serok Barzanî pîroz kir.

Encûmena Cîbicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî, polîtburo, serkirdetî û alîgirên PDKê kir û tê de got: “Ev bone di demekê de ye ku herêma me di rewşeke aloz û hestyar re derbas dibe û di ber çendîn astengî û metirsiyê de ye, divê em bi awayekî berpirsane serederiyê bikin û rêyeke çareseriyê ya guncaw bibînin.”

Di peyamê de hate diyarkirin: "Ji bo derçûna ji vê qonaxa hestyar, destpêşxeriya bi wêrekî û berpirsane divê, rêkxistina nav mala xwe û pêşwaziyeke ciwan li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, beşeke sereke ye di vê proseyê de".

Yekgirtûya Îslamî di peyamê de herwiha bal kişand ser bingehên resen ên olî û nirxên gelê Kurd û berdewamiya pêşvebirina pêwendiyên navbera herdu aliyan.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  li Başûrê Kurdistanê 77 sal berê 16ê Tebaxê hatiye damezrandin.