Talebanî ji bo 76emîn salvegera damezrandina PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo 76emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Qubat Talabanî di peyama xwe de diyar kir: “Rêzdar serok û endamên mekteba siyasî, serkirdayetî û kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi helkefta salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi germî pîrozbahiyê li we dikin û hêviya serkeftinê û pêşketinê di xebata zêdetir a xizmetkirina gelê me de dixwazin.”
Herwiha eşkere kir: “Em hêvîdar in ku ev salveger bibe bingehek ji bo pêkvejiyanê û çareserkirina nakokiyan û dirustkirina jîngeheke guncaw ji bo diyaloga avaker li gel aliyên siyasî yên din li ser meydana siyasî ya welat ji bo bidestxistina maf û parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurd û Iraqê, gelan. Ez dîsa we pîroz dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin