YNKê bi peyamekê 78emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

15 August 2024 18:32 0 dîtin
YNKê bi peyamekê 78emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

PeyamaKurd – Partiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi boneya salvegera 78emîn a damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li PDKê kir.

Di peyama ku ji bo 16ê Tebaxê salvegera damezrandina PDKê ji aliyê YNKê ve bo Buroya Siyasî ya PDKê hatiye şandin de tê gotin, "Em bi dil û can salvegera 78emîn a PDKê li we, endam û alîgirên we pîroz dikin.”

Herwiha di peyamê de hatiye diyarkiririn ku ji her demê bêhtir pêdivî heye ji bo bidestxistina mafên destûrî digel hemû pêkhateyan hevkariyê bikin û bi awayekî kordîneyî kar ligel hev bikin.

Di peyamê de li ser hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya biryara 20ê Cotmehê bê kirin jî hatiye gotin, “Helbet hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ku nêzîk bûye ji bo nûkirina ezmûna demokratîk a gelê Kurd û başkirina jiyana gelê me derfetek e.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 16ê Tebax a 1946an li Komara Kurdistanê ya Mahabadê bi serokatiya Barzaniyê Nemir Mele Mistefa Barzanî hate damezrandin ku 78 sal in gelek destkeftiyên mezin bo gelê Kurdistanê bi xwe re anîne.