Bafel Talebanî, li ser salvegera PDKê peyamek belav kir

16 August 2022 16:35 0 dîtin
Bafel Talebanî, li ser salvegera PDKê peyamek belav kir

PeyamaKurd- Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî, li ser rastlêhatina salvegera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Bafel Talebanî, li ser salvegera damezirandina PDKê ya 76emîn, bi rêya peyamekê pîrozbahiya serok, endam û alîgirên PDKê kir. Talebanî di peyama xwe de got,

“Ez hêvî dikim ku ev salveger bibe handaneke ji bo kûrkirina rihê pêkvejiyanê û xebateke hevbeş a ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê. Bila diyalog û têgihîştina ji hev û din, bibe bingehê xebata me û bila berjewendiyên neteweyî li pêşiya berjewendiyên hizbî bin.’’

Polîtburoya YNKê jî peyamek belav kiribû

Li ser salvegera damezirandina PDK, Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî peyamek arasteyî PDKê kiribû. Rayedarên YNKê, di peyamê de bal kişandibûn ser yekîtiya siyasî û karên hevbeş ên li Kurdistan û Iraqê û girîngiya geşepêdanên Kurdistanî.