Nêçîrvan Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezirandina PDKê peyamek belav kir

16 August 2021 10:58 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezirandina PDKê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyamek belav kir û diyar kir, Partî li gel aliyên Kurdistaniyan da binyatner û parêzerê serekiyê qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftan û federalî û mafên destûrî yên wê ye.

Peyama Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Di bîranîna damezrandina Partiya me de, germtirîn pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên şehîdan, cenabê Serok Barzanî, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, tevahiya mekteb û deste û organan, kadîran, endaman, alîgiran û cemawerê Partî li her kû derê bin dikim. Bi rêz û rûmetê ve bîranîna tevahiya şehîdên Kurdistanê û wan hemû serkirde û têkoşer û Pêşmergeyên qehreman dikin ku hemû jiyana xwe bi Kurdistanê bexşîn.

Partî (PDK) partiyeke cemawerî ya zindî ye, îro piştî heftê û pênç sal temen û derbaskirina çendîn qonaxên cuda ya xebata eşkere û nihênî û şoreş û hukimraniyê, bi nûbûna berdewam û teba li gel giyanê serdem da, hê jî pêşengê xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ye. Di vê bîranînê de, bi rêz û rûmetê ve bîranîna rêber û damezrênerê Partî, Barzaniyê Nemir û hevalên wî dikîn û silav û rêz ji bo giyanê wan dişînin.

Partî li gel aliyên Kurdistaniyan de, binyatner û parêzerê serekiyê qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftan û federalî û mafên destûrî yên wê ye. Bi tevahî bawerî bi yekrêzî û tebayî û pêkveyî, li gel hemû alî û pêkhatên Kurdistanê de heye, bi hêvî û baweriyê ve hengavan diavêje û kar ji bo jiyan û paşerojeke baştir ya ji bo gelê Kurdistanê dike.

Partî xwediyê ezmûneke dewlemendê birêvebirênê ye. Rengvedana bîr û bernameya jiyandostane ya Partî li hikûmetdariyê da, li girîngîdan û pêşxistina bi şiyanên jinan, lawan, xwendekaran û hemû çînên din e, wêneyeke sengînî bexşiye welat û rol û pêgeha wê ya li pêşketina ber bi çavê Kurdistanê li warê demokrasî, azadiyan, mafê mirov û wekheviyê da diyar û berbiçave û civaka Kurdistanî bi çendîn bihayên mirovî dewlemendtir kir.

Destê dostayetiya Partî herdem ji bo hemûyan vekirî bûye. Bila ji hev cuda bin, hilkirina me ya li gel cûdahiyên hevdu de, ezmûn û kultura siyasî ya me dewlemendtir û berfirehtir û pêgeha me bihêztir dike. Di vê bîranînê de tekez li ser tebayî û wekhevî û pêkveyî ya li navbera tevahiya alî û pêkhatên Kurdistaniyan da dikîn ku take mîsogeriya parastina qewareya Herêma Kurdistanê û destkeft û federalî û mafên me yên destûrîne, wekî herdem jî destpêşxer, dakokîkar, hander û parêzerê wan dibe.

Bihêziya pêgeha Partî ku bingeha wê niştimanperwerî û dilsoziya serkirdayetî û endam û rêxistin û cemawerê wê ye, li gel dirustiya rêbaza wê ya siyasî, erk û berpirsiyariyên xwe zêdetir dike, eve jî plan û karê zêdetir li me dixwaze. Li vê bîranê de spasî yek bi yekê endam û cemawerên dilsozên Partî dikim ku herdem mînakê xweragirî, ked, niştimanperwerî û berpirsiyariyê bûn û bi navê azadî û serkeftina Kurdistanê da, hemû qurbaniyek dane.

Bilind û pîroz bê bîranîna 16ê Tebaxê, silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê

16ê Tebaxa 2021