Mesrûr Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezirandina PDKê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û jidayikbûna Serok Barzanî, peyamek belav kir û diyar kir, “Damezrandina PDKê, weke tevgerek bi Rêberatiya bavê rihê netewî yê me Mistefa Barzaniyê Nemir, geşandin û vejandina omîd, hêviyên neteweyek, werçerxaneke dîrokî û bersifdana xwestekên gelê Kurdistanê bû bo parastina mafên xwe yên netewî yên rewa.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe diyar kiriye: “PDK ku îro mezintirîn partiya Kurdistan, Iraq û deverê ye, her tim li gel xelkê xwe, diroşmên xwe yên neteweyî û nîştimanî, rastbêj bûye û xwedanê siyaseteke hekîmane ya ku çavkaniya danayî û dîrokî ya tîje ji serwerî ya cenabê Serok Barzanî ye.
Deqa peyama Serokwezîrê Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya 75mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û herwiha jidayikbûna Rêberê me yê nîştimanî, Serok Mesûd Barzanî, germtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, tevahiya endam û alîgirên partiya demorkata Kurdistanê, kesûkarên serfiraz yên şehîdan, enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên nîştimanperwer û têkoşer dikim.
Damezrandina PDKê, weke tevgerek bi Rêberatiya bavê rihê netewî yê me Mistefa Barzaniyê Nemir, geşandin û vejandina omîd, hêviyên neteweyek, werçerxaneke dîrokî û bersifdana xwestekên gelê Kurdistanê bû ji bo parastina mafên xwe yên rewa yên netewî.
Dîroka PDKê, dîrokeke şikûmend û tîje ji qurbanîdan, xebatkirin, cuda nebûn ji xak û gelê Kurdistanê û tevîz nedan li ser pirsên Kurdistanî di bin her zextekê de ye.
PDK ku îro mezintirîn partiya Kurdistan, Iraq û deverê ye, her tim li gel xelkê xwe, diroşmên xwe yên neteweyî û nîştimanî, rastbêj bûye û xwedanê siyaseteke hekîmane ya ku çavkaniya danayî û dîrokî ya tîje ji serwerî ya cenabê Serok Barzanî ye.
Îro ku 75emîn salvegera damezrandina PDKê bibîr tînin, peyam, karname, armancên netewî û nîştimanî yên PDK, ji her demekê bihêztirin û bi coşeke mezin û zêdetir ve, li ser xebat û têkoşîna xwe berdewam e. Serfiraziyeke gelek mezin jî, ji bo bidestxistina destkeftên netewî û nîştimanî, parastina prosesa siyasî û demokrasî ya Herêma Kurdistanê para PDKê ye ku ji bo vê yekê gelek qurbaniyên mezin daye.
Bêguman karwana xebat û têkoşîna PDK bo pêşengî kirina tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê, bi hevkarî û hemahengiya aliyên din yên Kurdistanî, ji bo parastina mafên destûrî û pirsên nîştimanî û pere pêdana zêdetir ya çanda bi hev re jiyan, tebayî û avakirina Kurdistaneke bihêz berdewam e û roj bi roj, PDK zêdetir dibe cîhê baweriya xelkê Kurdistan û tevahiya hewlên xwe jî dide ji bo xizmetkirina zêdetir ya xelkê berxwedêr ya Kurdistanê.
Di bîranîna 16ê Tebaxê de, birêzdarî ve, xebat û têkoşîna damezrînerê PDK, bavê nîştimanî yê me Mistefa Barzaniyê nemir û şehîdê Serkirde û her tim di bîr de, Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin.
Mesrûr Barzanî
16ê Tebaxa 2021an

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin