Mesrûr Barzanî peyamek ji bo 29emîn salvegera damezirandina Bingeha Lalisê belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji bo 29emîn salvegera damezirandina Bingeha Lalişê arasteyî endamên Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Çandî û Civakî kir.
Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera avakirina Bingeha Laleş a Çandî û Civakî, pîrozbahiyê li xwişk û birayên Êzidî dikim. Hêvîdar im ew her tim di kar û xebata xwe de di serkeftinê de bin.”
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Bingeha Laliş xizmeteke hêja û diyar ya kultura Kurdî û çanda Êzdiyatiyê kiriye. Destxweşiyê li we dikim û hêviya pêşkeftinê ji we hemûyan re dixwazim.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Bingeha Laliş a Çandî û Civakî, 12ê Gulana 1993an li parêzgeha Duhokê di bin diruşma “Laliş kaniyeke zelal e û dirje rûbara rewşenbîrî ya Kurdî” kongreya xwe ya yekem li dar xistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin