Mesrûr Barzanî: Li ser salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Îlona 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û diyar kir: “Salvegera serkeftina îradeya gel berz û pîroz e.”
Berî 6 salan di 25ê Îlona 2017ê de, Referandûma Serxwebûnê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin û 3 milyon û 305 hezar û 925 kes beşdarî referandumê bûn, ku ji %72 zêdetir e. Di referandumê de 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê belê dan Serxwebûna Kurdistanê ku ji %92 zêdetir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin