Mesrûr Barzanî tevlî resepsiyona ‘Roja Serxwebûna Amerîkayê’ bû

04 November 2024 23:36 0 dîtin
Mesrûr Barzanî tevlî resepsiyona ‘Roja Serxwebûna Amerîkayê’ bû

PeyamaKurd – Ji ber îro an ku 4ê Sermawezê Roja Serxwebûna Amerîkayê ye, li payîtexta Herêma Kurdistanê li Erbîlê balyozxana Amerîkayê (DYA) resepsiyonekî amade kir û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî resepsiyonê bû.

Di resepsiyonê de ji bilî serokwezîr Mesrûr Barzanî, serokê ofîsa serokatiya Herêma Kurdistanê Nûrî Osman, balyoza DYAyê ya Iraqê Alina Romanowski û balyozê Herêma Kurdistanê yê DYAyê Steve Bittner amade bûn.

Di respsiyonê de Nûrî Osman bi sedema roja serxwebûna DYAyê, dîplomatên Amerîkayê pîroz kir û ji wan re serkeftinê xwest.

Romanowski û Bittner sipasiya kesên tevlî resepsiyonê bûn kir û behsa dewama girîngiya dostanî û têkiliyên Herêma Kurdistanê û DYAyê kir.