Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî festîwala fakulta hunerî bû
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê ( Erbîl) tevlî festîwala an ku pêşengeha fakulta hunerên beş bû û li pêşengeha wan geriya. Barzanî di axaftina xwe ya li pêşengehê de got:
“Ez her wext bi hunere re girêdayî bûm e. Heya ji destê min hatiye, min hunermendên Kurdistanê, helbestvanên Kurdistanê û muzîkzanên Kurdistanê û ew serboriyên ku di rêya hunerê de ji bo xelkê ragihandine, ji bo danasîna wan ez xebitîme. Ez we destek dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin