Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Rasid el-Mektum re hevdîinê kir

14 February 2024 22:35 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Rasid el-Mektum re hevdîinê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova seredana xwe ya fermî ya Îmratan de di 14ê Sibatê de bi cîgirê serokê Îmaratan, serokwezîr û emirê Dubaiyê Şêx Muhammed bin Raşid el-Mektum re li ser pêşdebirina têkiliyên Kurdistanê û Îmaratan civiya.

Di civînê de welîahd prens Şêx Hamdan bin Muhammed bin Raşid, cîgirê yekem yê hukumdarê Dubaiyê Mektum bin Muhammed bin Raşid û di asta bilind de bi rêvebirên Îmaratan re, li ser têkiliyên dualî yên Kurdistanê û Îmaratan axifîn. Serokwezîr Barzanî ji ber desteka Îmaratan ya daye û dide Herêma Kurdistanê sipasiya Îmaratan kir.

Şêx Muhammed bin Raşid el-Mektum jî bi sedema hukumeta Herêma Kurdistanê tevlî ‘Zîrwa Hukumetên Dinyayê ya 2024’ bû, razîbûna xwe diyar kir û ragihand ku ew amade ne têkiliyên xwe di gelek sehayan de bi Herêma Kurdistanê re pêşde bibin.

Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:

“Îro li Dubaiyê bi birêz Şêx Muhammed bin Raşid el-Mektum re li ser pêşdebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratan em axifîn. Ji ber desteka Îmaratan ku daye hukumeta Herêma Kurdistanê me sipasiya Îmaratan kir.”