Bi tevlîbûna serok Barzanî ‘roja netewî ya Fransayê’ hat pîrozkirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li payîtext Hewlêrê, bi sedema pîrozkirina ‘roja netewî ya Fransayê’ serokê Kuırdistanê Mesûd Barzanî jî tevlî pîrozbahiyê bû. Di pîrozbahiyê de serkonsulê Fransayê yê Hewlêrê Olivier Decottignies axaftinekî kir û got:
“Bijî dostaniya Fransiz û Kurdan.”
Berpirsê baregeha têkiliyên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî behsa girîngiya têkiliyên navbera xelkê Kurd û Fransizan kir û got:
“Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyanê ye. Têkiliyên navbera Hewlêr û Parîsê diçin heya 50-60 sal berê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin