Ji Serok Barzanî peyama ‘Roja Ala Kurdistanê’: Sembola astî û berxwedanê ye!

17 December 2023 13:17 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama ‘Roja Ala Kurdistanê’: Sembola astî û berxwedanê ye!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê bi boneya 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de de got: “Kurdistaniyên hêja, Roja Ala Kurdistanê li we hemûyan pîroz be, Ala me sembola berxwedan, aştî û xwebaweriya gelê me ye.”

Ala Kurdistanê cara yekem di 17ê Kanûna 1945an de, bi fermî li ser avahiya şaredariya Komara Kurdistan a Mehabadê hatibû bilindkirin.

22yê Çileya 1946an Komara Kurdistanê hatibû ragihandin û Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên komarê hate bilindkirin û ew roj di dîroka siyasî ya gelê Kurd de, weke qonaxeke girîng tê zanîn.

Parlamentoya Kurdistanê jî piştî 59 salan, di 19/6/2009an de, bi yekdengî roja 17ê Kanûnê weke Roja Ala Kurdistanê ragihand û ji wê rojê ve jî bi fermî tê pîrozkirin.