Mesrûr Barzanî îro ji bo salvegera 62emîn a Soresa Îlonê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an ji bo salvegera 62emîn a Şoreşa Îlonê, peyamek belav kir û diyar kir, “Şoreşa Îlonê bo tevahiya dijmin û neyarên Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, gelê Kurdistanê rêya serî netewandinê daye berxwe ne rêya xwe teslîm kirin û ser tewandinê.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Di 62emîn salvegera destpêkirina şoreşa mezin ya Îlonê de, bi rêzdarî ve tevahiya Têkoşer, pêşmergeyên qehreman û beşdarên ev şoreşa girseyî û seraserî ya Kurdistanê bibîr tînin.
Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bû ku, tevahiya pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê di bin Serkirdatî û Rêberatiya nîştimanî ya me cenabê Barzaniyê Nemir de bo bidestxistina armancên mezin ên hevbeş, tê de beşdar bûn, çend destanên serkeftinê tomar kirin û serwerî û destkeftên gelek mezin bo gelê Kurdistanê bi dest anî.
Di wan rojên dijwar de berxwedan û lehengiya Pêşmergeyên jêhatî û xelkê Kurdistanê bi giştî li cîhanê de deng veda heta niha jî ne tenê azadîxwazên Kurdistanê belku, azadîxwazên tevahiya cîhanê bi rêzdarî ve li şoreşa Îlonê dinêrin.
Ji ber vê çendê bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê lazime bibe handerek zêdetir bo tevahiya me da ku, bi israr bin li ser bidestxistina mafên destûrî û bi xemxwerî û dilsozî ve tevahiya destkeftiyên nîştimanî yên heyî biparêzin ku berhema ked, xebat û qurbanîdan, şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê ne bi taybetî şoreşa Îlonê ku, yek ji destkeftiyên dîrokî yên vê rêkeftinnameya 11ê Adara 1970an bû, dema hikûmeta vê demê ya Iraqê hate neçarkirin ku beşek ji mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.
Şoreşa Îlonê bo tevahiya dijmin û neyarên Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, gelê Kurdistanê rêya serî netewandinê daye berxwe ne rêya xwe teslîm kirin û ser tewandinê.
Silav bo rihê paqij yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
11ê Îlona 2023an

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin