Mesrûr Barzanî ji bo salvegera Soresa Gulanê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, Şoreşa Gulanê her çiqas di rojgareke giran û dijwar de destpê kir, lê di demeke kurt de bû cihê hêviya Kurdistaniyan.
Peyama Mesrûr Barzanî ya ji bo salvegera Şoreşa Gulanê wiha ye:
Di salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî cenabê Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşeran û beşdarên şoreşê û xelkê Kurdistanê dikim.
Şoreşa Gulanê ku hilgir û berdewamiya peyam û armancên niştimanî û netewî yên Şoreşa mezin a Îlonê bû bi rêbertiya Barzaniyê Nemir, her çiqas di rojgareke giran û dijwar de destpê kir, lê di demeke kurt de bû cihê hêviya Kurdistaniyan û serkeftina siyasî û serbazî û bi dehan destanên qehremanî yên xweragirî û berevaniyê tomar kir û peyama berdewamiya xebata gelê Kurdistanê ji bo berevanîkirina li hebûn û nasname û mafên xwe yên rewa, ji hemû cîhanê re ragihand.
Yek ji berhem û destkeftên girîng ên Şoreşa Gulanê, dirustbûna aştiya niştimanî û yekrêzî û hevhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû, ku encama serkeftina serhildana cemawerî ya xelkê Kurdistanê di Adara 1991ê de û pêkanîna saziyên rewa û destûrî yên Herêma Kurdistanê bû ku divê bi her awayî, em dakokiyê lê bikin û biparêzin.
Di çil û heftemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, rêz û pêzanînên min ji bo xebat û têkoşîna hemû Pêşmerge û beşdarên şoreşê heye û em bi rêz û rûmet, şehîdê serkirde Îdrîs Barzanî bi bîr tînin.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
26/05/2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin