Mesrûr Barzanî: Bilind û pîroz be salvegera Soresa Gulanê
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.
Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya 45.mîn salvegera Şoreşa Gulanê, ez pîrozbahiyeke germ ji gelê Kurdistanê re û cenabê Serok Barzanî û rêveberên PDKê Pêşmergeyên qehreman re pêşkeş dikim.
Bi rêz û pêzanînên mezin ve şehîdê serkirde Idrîs Barzanî û hemû şehîd û tekoşer û beşdarên Şoreşa Gulanê bibîrtînim.
Şoreşa Gulanê ku berdewama şoreşa mezin a Îlonê bû, mija bêhêvîtiyê revand û asoyekî nû li pêş gelê Kurdistanê vekir ku bi berxwedan û îradeyekî bihêz ve, berdewamiya xebat û tekoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa pêşde bir.
Di bibîranîna Şoreşa Gulanê de amaje bi karkirina ji bo yekrêzî û hevgirtina navbera pêkhateyên gelê Kurdistanê dikin, ku hemxebat û karên pêkve û hevgirtî di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de, bûye sedem û bingehê pêkanîna Eniya Kurdistanî û hemû serkeftinên Raperîna Adar a sala 1991ê ku yek ji destkeftê giring û herî şiko yê şoreşa Gulanê ye.
Bilind û pîroz be salvegera Şoreşa Gulanê. Silav ji bo ruhê paqij ê şehîdên Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
26.05.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin