Ji Serok Barzanî peyama 47emîn salvegera Soresa Gulanê...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, peyamek ji bo ahenga devera Balekayetî ya cemawerî ku bi boneya çil û heftemîn salvegera Şoreşa Gulanê birêve çû şand û li wê ahengê hate xwendin.
Serok Barzanî di gotara xwe de got: “Berjewendiya Kurdistanê li ser rûyê hemû berjewendiyan e û hêvîdar im aliyên siyasiyên Kurdistanê bikarin nakokiyên xwe yên siyasî derbas bikin û hemû bi ruhekî niştimanperwerane û birayane giriftan çareser bikin”.
Peyama Serok Barzanî ya 47emîn salvegera Şoreşa Gulanê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cemawerê xweşdiviyê devera Balekayetî!
Amadebûyên azîz!
Ev dem û demên we baş
Bi helkefta çil û heftemîn salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û wan hemû qehreman û Pêşmerge û têkoşeran dikim ku rola wan li şoreşa Gulanê da hebuye. Rûmet û pêzanînên min ji bo fedakarî û xweragiriya gelê Kurdistanê heye ku li qonaxekî hestiyar da palpiştê şoreşa Gulan û Pêşmerge bûn.
Vekirina vê bîranînê li vir da wateyeke xwe ya taybetî heye, navçeya Balekayetî navçeyekî xwedî şehîde ku bi navê şoreşê da qurbaniyekî zêde daye. Herdem li jêr fişarên şer û bombebarana dijmin buye û bi hezaran Pêşmerge û koçberan hewandiye û qela û eniya serkirdayetiya şoreşê buye. Her wiha navçeya balekayetî li şoreşa Gulanê da jî xala destpêka şoreş û qurbanîdana gelê Kurdistanê buye. Yekem şehîdê şoreşa Gulanê jî, Şehîd Seyid Abdulla bû ku zarok û gedeyê vê navçeya serbilinda Kurdistanê ye. Em bi hemû awayekê qerzdarê xelkê têkoşerê navçeya Balekayetî ne.
Spas ji bo xweragiriya we...
Spas ji bo qehremaniya we.
Şoreşa Gulanê qonaxekî herî girînga tevgera rizgarîxwaziya Kurdistane û hilgirê wê peyamê bû ku ji bilî hebûna plangêrî û gef û êrîşa bi hêz ya neyaran û astengiyên mezin, lê belê îradeya berdewam û şoreşê li kûrahiya dilê mirovê Kurdistanî da her zîndiye. Şoreşa Gulanê, tehedakirina wan hemû dîktator û sîtemkar û dijminane bû ku wiha berguman kiribûn, bi şikesta şoreşa Eylûlê êdî heta hetayê dawî bi şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê tê. Lê belê şoreşa Gulan wê xewna nehezan kire gorê û gelê Kurdistanê li xebata xwe berdewam bû û sernizmî û şikest ji bo dijminan ma.
Di vê bîranîna pîroz de tekez li wê yekê dikim ku berjewendiya Kurdistanê li ser rûyê hemû berjewendiyekî din e û hêvîdar im aliyên siyasiyên Kurdistanê bikarin nakokiyên xwe yên siyasî derbas bikin û hemû bi ruhekî niştimanperwerane û birayane giriftan çareser bikin.
Di dawiyê de hezaran silav ji bo şehîdên şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînim ku bi xwîna xwe dîrokê ji bo gelê xwe tomar kirin û her hemû mînaka qehremanî û xwe bi dest ve nedan û xwe neçemandinê ne.
Gelek spasî amadebûna we dikim
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin