Peyama Serok Barzanî bo 75emîn salvegera damezrandina PDKê
PeyamaKurd – Serok Barzanî ji bo 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û diyar kir: “Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan bûye û li qonaxên dijwar de, her dem xwe bi berpirs zaniye.”
Peyama Serok Barzanî ya di 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta heftê û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên Partî dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.
Damezrandina Partî di şanzdehê Tebaxa 1946 de, pêwîstiyeke dîrokî bû ji bo berdewamiya xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê demên ku neyar û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla nehiştina şoreş û serhildana gelê Kurd didan. Partî her di destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek bûye ji bo pêkanîna armanca demokratî û niştîmanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî mil bi milê li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên din ê Kurdistanê amrazên bergirîkirinê bûye di maf û nasnameya gelê Kurdistanê ya di hemû qonaxan de.
Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor di dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire di evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî di serkeftin û destkeftan bûye û di qonaxên dijwar de her dem xwe bi berpirs zaniye. Di hemû qonaxan de Partî wekî amrazek bûye di destê gelê Kurdistanê de ji bo mîsogerkirina maf û destkeftan û kûrtirkirina fireh alî û birayetî û pêkvejiyanê û rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyana siyasî ya Kurdistanê de parastiye.
Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bo perçeyên din ên Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna Partî destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê. Cihê şanaziyê ye Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyeke teng û hizrî ya şovenî û tundiyê ve girênedaye û bûye sêwanek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê di bin de kom bibin û eve bi xwe destkefteke bêwêne û serdemiyane bû di pêşketina hizra siyasî ya li Kurdistanê de. Partî her dem hilgirê peyama aştiyê bûye û berdewam jî amade bûye ji bo berevanîkirina Kurd û Kurdistanê.
Di dema niha de, aramî û parastina Kurdistanê û bihêzkirina pêkvejiyan û aramî û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhat û aliyên siyasiyan û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ewlewiyeta serekî ya siyaseta Partî ye. Her wiha Partî tekez li wê yekê dike ku, doza rewaya gelê Kurdistanê pêwîst e di rêya aştî û hev duu têgihîştinê û dawiya bi zimanê înkar û xwesepandinê bêanîn û bê çareserkirin. Di derbarê rewşa Iraqê jî mixabin ew sedemên ku bûne hokarên serhildana teror û nearamiyê hê jî mane. Her li vî warî de ez bawerim hilbijartinên paşerojê ya Iraqê dikarê bibe dergeheke baş ya ji bo nûbûna proseya siyasî û çespandina îradeya welatiyan ya ji bo gûhertin û gihîştina bi aramiyê.
Di vê salvegera pîroz de, pêwîst e hemû partî di asta mezinahiya dîrokê û qurbanîdana partiyên xwe de bin û tu demekê ewe ji bîra wan neçê ku Partî (PDK) partiyeke xwediyê dozekê ye û xwediyê rêbaza Barzanî ye û bi navê rizgarî û xizmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Pêwîst e ji berê bihêztir rûbirûyê gefan bibe û derfetan jî ji bo bihêztirbûna Kurdistanê bikar bînin û erkê xwe yê ji bo pêşxistina avadanî û pêkvejiyan û tebayî ya Kurdistanê, bi baştirîn awayî encam bidin.
Mesûd Barzanî
16.08.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin