Ji Serok Barzanî peyama 35emîn salvegera bombardimana Kampa Zêwe

09 June 2020 14:14 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama 35emîn salvegera bombardimana Kampa Zêwe

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera bombardimana kampa penaberên Başûr li Rojhilatê Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Barzanî bi helkefta 35emîn salvegera bordûmana kampa penaberên Başûrê Kurdistanê li gundê Zêwe li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beas a Iraqê ve, peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan

Îro 35 sal bi ser bordûmana kampa Zêwe re derbas dibe. Roja 9 Hezîrana sala 1985 rêjîma Beis ya Iraqê bi 8 firokeyên şer bi awayekî hovane êriş kampê û penaberên li nav kampê de kir û gelek jin û zarokên bê guneh şehîd kir.

Karesata Zêwe yek ji rûpelên reş yên dewleta Iraqê ye û ti carî nayê jibîrkirin. Rêjîma Beis bi enfal û girtin û koçberkirina gelê Kurdistanê nesekinî û tawana hovane ya Zêwe jî kir. Her kesê ku nal nala birîndaran û laşên pirtî pirtî û şewitî yên şehîdên Zêwe dîtiba pir bi başî hovîtiya rêjîma wê çaxê ya Iraqê û belengaziya gelê Kurdistanê didît. Di heman demê de berxwedan û qehremantiya penaberên Zêwe û dayka Amîna û bi sedan nimûneyên mîna wê jî didît. Ev, peyamek eşkere bû ku dijmin her çi qasî dilreq û xwedan çek be jî nikare pêşiya îradeya azadîxwazî ya gelê kurd bigire û dê her ser xwar û şikestî bimîne.

Di bibîranîna vê rûdana bi êş de, silav li ruhê şehîdên serbilind yên Zêwe û hemû şehîdên rêka azadî be. Silav li fedakarî û mêrxasiya gelê Kurdistanê be.

Di bordûmana wê demê ya kampa Zêwe de herî kêm 250 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.”