Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê di Olompiyada Biyolojiyê de bû yekem
PeyamaKurd – Li Kazaxistanê, keçeke ji Rojavayê Kurdistanê di Olompiyada Biyolojiyê de di asta Kazaxistanê de bû yekem.
Keça bi navê Dayana Hisên Hemê, 16 salî ye û li bajarê Almata yê Kazaxistanê ji dayik bûye û hîn Rojavayê Kurdistanê nedîtiye.
Dayana Hesen Hemê, di Olompiyada Biyolojî ya Kazaxistanê de di navbera xwendekarên wî welatî de bû yekem.
Malbata wê keçê ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û demeke dirêj e li Kazaxistanê dijîn.
Bavê Dayana, Hisên Hemê daye zanîn: “Dayana destpêkê li ser asta dibistana xwe yekem bû, pişt re derbasî olompiyadê bû û di biyolojiyê de weke xwendekara herî zîrek hate diyarkirin û hate xelatkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin