Besa yekem a derziyên ‘AstraZeneca’ gihîst Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Beşa yekem a derziyên vîrusa Koronayê bi navê ‘AstraZeneca’ ji aliyê Rexîstina Tenduristî ya Cîhanî, radestî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Derbarê derziyên ‘Astra Zeneca’ yên Koronayê, çavdêrê beşa derziyan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Zekeriya Mihemed diyar kir, ev beşa yekemîn e, derzî digîhîjin Hesekê û dê derzî li ser du merheleyan bin.
Merheleya yekemîn, wê li ser kadroyên tenduristiyê bê ceribandin, ji ber ku her tim di nav nexweşan de ne.
Zekeriya Mihemed da zanîn: “Piştî derziya yekemîn bi du mehan dê derziyan duyemîn jî were lêxistin. Tu bandorên din ên vê derziyê tune ne;ji vê jî tu nîşane li ser kadroyên tenduristî yên ku derzî birine hin jî diyar nebûn.”
Mihemed herî dawî destnîşan kir, merheleya duyemîn ji birina derziyên vîrusa Koronayê, wê li ser mezinan ên ku nexweşiyên giran pê re hebin be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin