Erdheja 6ê Sibatê | Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem dezgeha gihîst hawarê bû

06 February 2024 18:48 0 dîtin
Erdheja 6ê Sibatê | Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem dezgeha gihîst hawarê bû

PeyamaKurd – Salek bi ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan de ku navenda wan Mereş a Bakurê Kurdistanê bûn de, derbas bû.

Di roja ewil û demjimêrê pêşî yên wê karesata mezin ku bi deh hezaran kesan can dabû de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi fermana Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesûr Barzanî yekem dezgeha alîkariyê û hawarçûnê bû ku gihîşt hawara mexdûrên erdhejê.

Tîma BCFê li bajarên erdhejê 15 rojan xebatên rizgarkirinê meşand û bi mehan jî alîkariyên mirovî gihand mexdûrên erdhejê.

Herwiha BCFê demeke dirêj jî xizmeta tenduristiyê pêşkeşî birîndarên erdhejê kirç

Serokê Tîma lêgerîn û rizgarkirinê Tehsîn Akreyî daye xuyakirin ku ew yekem tîm bûne ku wan welatiyên di erdhejê de wefat kirine ji bin kavilên avahiyan derxistine.

Tîma xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya Kurdistanê ji 25 kesan û tîma tenduristiyê jî ji 70 kesan pêk dihat ku bi hawara mexdûrên erdheja Mereşê ve hatibûn.

Ji endamê tîmê Serkewt Karaş diyar dike ku wan li herêma erdhejê xebatên xwe gelekî bi baldarî pêk anîne û wan wê demê bav û keçek bi saxî ji bin kavilan rizgar kirine ku niha li jiyanê ne.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştre jî derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûbû û alîkarî gihandibûn mexdûrên erdhejê. BCFê wê demê navendek li Efrînê vekir û heta niha jî alîkariyên mirovî bo mexdûran didomîne.