Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 5 dibistanên Kerkûkê nû kirin
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi amadebûna rêveberê xwendina Kurdî bi merasîmekê 5 dibistanên li Kerkûkê hatine nûjenkirin radestî rêveberiya xwendina Kurdî ya Kerkûkê kir.
Berpirsê ofîsa Kerkûkê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Rêbuwar Mihyedîn îro 10ê Îlonê ragihand, proje rasterast ji aliyê BCF û bi serpereştiya serokatiya heman dezgehê ve hatiye kirin û herwiha di heyama du mehan de 5 dibistan hatine nûjen kirin, ku budceya ji bo wan hatiye veqetandin 92 milyon û 420 hezar dînar bûye.
Mihyedîn herwiha got ku bi razîbûn û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wan alîkariyeke mezin daye Kerkûk û Kerkûkiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin