Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 50 dibistanên nûjenkirî radestî perwerdeya Duhokê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) 50 dibistan li nav sînorê parêzgeha Duhokê nûjen kirin û ew radestî perwerdeya Duhokê kirin.
Berpirsê ofîsa Duhokê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Wehîd Etrûşî di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Em kêfxweşin ku xizmeta gel û niştiman dikin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya li gel Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû 200 dibistanan li Herêma Kurdistanê, bi 2 milyon dolaran nûjen bike. Ji wê jî 50 dibistan dikevin sînorê parêzgeha Duhokê û ew 50 dibistan bi nîv milyon dolaran hatine nûjen kirin.”
Berpirsê ofîsa BCFê got: “Ev projeya me bicih anî, hêvîdarim bibe diyariyeke dilxweşker ji bo xwandevan û mamostayan. Bêguman girîngîdayîna perwerdê di plana salane ya me de ye û ji bo vê projeyê me demeke zêde cuda kir, ku di heyama mehekê de ew dibistan bên nûjenkirin û berî demsala xwendinê ya nû bikeve xizmeta xwandevanan.”
Wehîd Etrûşî da zanîn: “Ew dibistanên hatine nûjenkirin, 10 dibistan 12 polî bûn, 11 dibistan 18 polî bûn û ên din jî 6 polî bûn. Bi sedan derfetên kar di vê projeye de ji bo xelkê deverê bidest ket û dahatek bi rêya karkirinê de gihîşt wan jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin