Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 500 malbatên Kerkûkê

11 May 2020 20:27 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 500 malbatên Kerkûkê

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî gihand 500 malbatên Kerkûkê ku li derveyî îdareya Kurdistanê hatine hiştin.

Berpirsa alîkarîyên bo malbatên Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Esman Ameen derbarê wan alîkariyan de got, “Bi hatina meha Remezanê re me alîkarî gihandin gelek malbatan. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro li Kerkûkê dest bi selikên alîkariyê kir.”

Ameen da zanîn ku wan alîkariya xurekan gihandiye 500 malbatên Kerkûkê û diyar kir, li Kerkûkê pêdiviya 2 hezar malbatan, li Çemçemal a Silêmaniyê jî pêdiviya hezar malbatan bi alîkariyan heye ku înşellah beriya Cejna Remezanê bi wan re pêwendî bikin û alîkariyan bigihînin wan malbatan.

Berpirsa Dezgeha Barzanî ya Kerkûkê bibîr xist ku ew digel hevkariya misyonên Neteweyên Yekbûyî yên Alîkariya Mirovî alîkariyan digihînin xelkê û ti cudahiyekê naxin navbera netew û pêkhateyan.

Esma Ameen da zanîn ku Dezgeha Barzanî ji bo 740 sêwiyên li Kerkûkê bernameyeke xwe ye taybet heye û îro dest bi dayîna mûçeyên wan kirine.

Ameen got ku ji bo her yek ji wan kesên di bernameya alîkariyê de ne, 2 hezar dolar hatiye dayîn.