Yekem koma Heciyan gihîste Hewlêrê
PeyamaKurd - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand ku ji Erebistana Sihûdî vegera heciyên Kurd a Herêma Kurdistanê destpê kiriye û da zanîn ku koma yekem a heciyan îro gihiştiye Hewlêrê.
Piştîwan Sadiq di derbarê xebatên ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku serdana hecê kirine de daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadık bi bîr xist ku li Mekke û Medîneyê 42 karmendên Ewqafê di dema hecê de xizmeta heciyên Kurd kirine.
Sadiq amaje bi wê yekê kir ku ji Erebistana Sihûdî vegera heciyên Kurd a Herêma Kurdistanê destpê kiriye û got: "Koma yekem a heciyên Herêma Kurdistanê îro bi silametî gihişt Hewlêrê."
Wezîr Sadık, ji ber ku xizmeteke baş pêşkêşî heciyên Herêma Kurdistanê kirin spasiya xebatkarên Ewqafê kir û got: “4 hezar û 685 kes bi rêya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî heca xwe temam kirin. Beşek ji heciyan bi frokeyan û beşek ji wan jî bi rêya bejahî çûn Erebistana Siûdî. 42 xebatkarên me li Mekke û Medîneyê di xizmeta heciyan de bûn."
Wezîr Sadik destnîşan kir ku ti eleqeya welatiyên ku bi vîzeya turîzmê erka xwe ya hecê bi cih tînin bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî re tuneye.
Îsal 4 hezar û 685 namzedên hecê, ji bo bicihanîna erka xwe ya hecê, bi rêya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê çûne Erebistana Siûdî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin