Li Hewlêrê yekem car: Nexwes bi helîkopterê hat veguhestin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê helîkoptereke ambûlansê ji bo ceribandinê li avahiya dadgeha Hewlêrê danî û di nava çend deqeyan de nexweşek veguhest nexweşxaneyê.
Encumena rêveberiya dadgeha Hewlêrê daxwaz ji Wezareta Tendirustiyê kir ku kadroyekî pizîşkî ji bo dadgeha Hewlêrê destnîşan bike, ji ber ku rojane nêzîkî 5 hezar kes serdana avahiya Dadgeha Hewlêrê dikin û gelek rewşên nexwestî hene ku heta hatina tîmên hawarçûnê pêwîstiya wan bi alîkariya yekem heye.
Ceribandina îro ji bo veguhestina tometbarê nexweş ji dadgeha Hewlêrê hat kirin, yekem car e, herwiha yekem car e ku helîkopterek li ser dadgehê dadikeve.
Par, piştî ku parêzerek ciwan li dadgeha Hewlêrê celteya mejî derbas kiribû û ji ber derengbûna tîmên ambulansê, berî ku rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, parêzeran pêşwaziya ceribandinê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin