Li Hewlêrê ji bo 2 projeyên gring gava yekem tê avêtin

21 July 2024 21:15 0 dîtin
Li Hewlêrê ji bo 2 projeyên gring gava yekem tê avêtin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2 projeyên stratejîk û gring ên paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk tîne.

Hikûmet bi hevkariya Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê (JICA), bi buhayê 288 milyon dolarî, qonaxa yekem a projeya Pakkirina Ava Kanalîzasyonê ya Hewlêrê cîbicî dike.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo destpêkirina projeyê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav û Rêvebirê JICAyê yê Iraqê Suzuki Hiroşi û şanda pê re civînekê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de projeya Pakkirina Ava Kanalîzasyonê ya Hewlêrê ku yek ji projeyên stratejîk û gring a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye hatiye nirxandin û biryar hatiye standin ku  ji bo çareserkirina pirsgirêka kanalîzasyonê ya Hewlêrê wê di qonaxa yekem de bi buhayê 288 milyon dolarî proje bê destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de, ji bo paqijkirina ava ku li xaniyan tê bikaranîn û avdana park û baxçeyan tê bikaranîn, tê plankirin ku kanalîzasyon ji nû ve bêne avakirin û sûdeke mezin ji welatiyan û tevahiya Hewlêrê re bê dayîn.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav diyar kir ku ev projeyeke piralî ye ku sêwiran, bajarîbûn, aborî, jîngeh, av, kanalîzasyon, şaredarî, tûrîzm, sergo, estetîka bajêr, sektorên veguhastinê, trafîk, çandinî, avdanî, pîşesazî, elektrîk, tenduristî û hwd.  jî dihundurîne û da zanîn ku ji bo pêkanîna projeyê  ew û JICAyê  li hev hatine.

Xoşnaw spasiya Wezareta Şaredariyan a Herêma Kurdistanê û JICAyê kir ku ev proje kirine yek ji karên xwe yên pêşîn.

Li aliyê din Suzuki Hiroshi aramî û asayîş, pêşketina bajarvanî ya Hewlêrê bilind nirxand û dupat kir ku JICA, ji bo her cure piştgirî û alîkariyê amade ye ku di zûtirîn demê de projeyê cîbicî bike da ku welatyên Hewlêrê sûdê ji encaman werbigirin.

Tê pêşbînîkirin ku bi saya vê projeyê, pirsgirêka kanalîzasyonê ya parêzgeha Hewlêrê bê çareserkirin.